Tîma Hokey ya Îranê di rêza sêyê ya cîhanê da cî girt
Pêşbirkên Kapa Cîhanî ya Hokîyê li Afrîqaya Başûr hatin domandin û tîma Îranê di qonaxa rêzebendîyê da derket pêşberî tîma Amerîkayê û lê bir û di rêza sisêyan a cîhanê da cî girt.
Di qonaxa rêzebendîyê ya Pêşbirkên Kapa Cîhanî ya Hokîyê da li
Afrîqaya Başûr, tîma Îranê şeva buhurî himberî tîma Amerîkayê
destpêkê encama beranber 4 bi dest xist lê di beşa penaltîyan da
li tîma Amerîkayê bir û di rêza sêyê da cî girt.
Riza Norûzzade wek ``baştirîn werzişkar`` di vê pêşbirkê da hat
bijartin.
Tîma Hokîyê ya Îranê di qonaxa komkî da 5-4 derdabû Arjantînê,
8-3 li Amerîkayê û 6-4 jî li tîma Australîyayê bibibû. Himber tîma
Afrîqaya Başûr encama beranber 4 û himber tîma Komara Çêkê jî
encama beranber 8 bi dest xistibû.
Tîma Îranê di qonaxa wêdadayînê da jî 9-8 li tîma Beljîkê biribû û
8- 3 jî derdabû tîma Otrîşê.