Kapa Tîmên Cîhanê, Real Madrîd bo cara pêncem bû qareman
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i339461-kapa_tîmên_cîhanê_real_madrîd_bo_cara_pêncem_bû_qareman
Tîma fûtbolê ya Real Madrîdê karî bi encama 5-3 ji El-Hilal a Erebistanê bibe û bo cara pêncem bibe qareman.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 12, 2023 07:41 Asia/Tehran
  • Kapa Tîmên Cîhanê, Real Madrîd bo cara pêncem
bû qareman

Tîma fûtbolê ya Real Madrîdê karî bi encama 5-3 ji El-Hilal a Erebistanê bibe û bo cara pêncem bibe qareman.

Pêşbirka di navbera tîmên fûtbolê yên Reala Madrîd a
Îspanya û El-Hilal a Erebistanê di faynala Dewra Nozdan a
Kapa Tîmên Cîhanê da duh êvarê li Werzişgeha Şazade
Molay Ebdullah li bajarê Rebat ê Megribê bi hekemtiya
Antonî Têylor hat lidarxistin ku di dawiyê de ev pêşbirka 
bi serketina Real Madrîdê ya bi encama 5-2 bi dawî hat.

Real bona ku derbasî qonaxa faynalê bibe, 4-1 li tîma El-
Ehlî ya Misrê biribû û di bûyereke dîrokî de bi serketian li
hember tîma Flamîngo ya Birazîlê derbasî fînalê bibû.
 Real Madrîd bi 4 qaremaniyên di Kapa Tîmên Cîhanê de,
tîmek e ku xwedîyê nasnavên herî zêde ye.