Kapa Wêdadayînê ya Futbola Îtalîyayê; Yoventus derbasî qonaxa berî fînalê bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i339247-kapa_wêdadayînê_ya_futbola_Îtalîyayê_yoventus_derbasî_qonaxa_berî_fînalê_bû
Tîma Yoventus a Îtalîyayê di qonaxa bijartina çar tîmên serkevtî da li tîma Latzîyoyê bir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 03, 2023 13:43 Asia/Tehran
  • Kapa Wêdadayînê ya Futbola Îtalîyayê; Yoventus derbasî qonaxa berî fînalê bû

Tîma Yoventus a Îtalîyayê di qonaxa bijartina çar tîmên serkevtî da li tîma Latzîyoyê bir.

Tîmên Latzîyo û Yoventûsê şeva buhurî di çarçova bijartina 4 tîmên serketî da derketin pêşberî hev û ev pêşbirka di çarçova Kapa Wêdadayînê ya Îtalîyayê da hat lidarxistin.

Tîma Yoventûsê di vê pêşbirkê da mazûvan bû û Gleison Bremer di xuleka 4an da golek ji bo tîma Yoventûsê tomar kir.

Tîma Latzîyoyê jî gellek hewil da ku encamê biguherîne lê nekarî û bi vî awayî tîma Yoventûsê 1-0 li tîma Latzîyoyê bir.