Pêşbirkên Navneteweyî yên Zagrêb; Îranê di pilleya duyê da cî girt
Tîma Guleşta Azad a Îranê di pilleya pileya duyê ya Pêşbirkên Navnetewî yên Korovasiyê da cî girt.
Di renkînka tîmî da, tîma şeşkesî ya Îranê di van pêşbirkan de bi bidestxistina 140 xalan di pilleya duyê da cî girt û tîma Amerîkayê ku bi hemî endaman beşdar bibû bi 174 xalan bû qareman. Azerbaycanê jî bi 135 xalan di rêza sêyê da cî girt.
Pêşbirkên Navnetewî yên Guleşta Azad ên renkînka Yekîtiya Cîhanî ya Kûpa Opên a Zagrêbê, rojên çarşem û pêncşemiyê li bajarê Zagrêbê hatin lidarxistin ku guleştgirên Îranê bi 4 mîdalên zêr û 2 mîdalên zîv di pilleya duyan da cî girtin.
Di dawiya van pêşbirkan da, Riza Atrî di kêşa 61 kîlogiremê da, Elî Sewadkûhî di kêşa 79 kîlogiremê da, Hesen Yezdanî di kêşa 86 kîlogiremê da û Emîrhisên Zarê di kêşa 125 kîlogiremê da mîdalên zêr û Yûnis Imamî di kêşa 74 kîlogiremê da û Emîrelî Azerpîra di kêşa 97 kîlogiremê da mîdala zîv bi dest xistin.