Çile 28, 2023 07:55 Asia/Tehran
  • 24 berhemên sînemayê bo beşa pêşbirkê ya Mêhrigana Navneteweyî ya Fîlman a Fecrê hatin wergirtin

Îsal 24 berhemên sînemayê ji bo beşa rikeberîyê ya 41`emîn dewra Mehrîcana Navneteweyî ya Fîlman a Fecrê hatine wergirtin.

Berpirsên lidarxistina dewra 41`an a Mêhrigana Navneteweyî ya Fîlman a Fecrê ragehandine ku di mêhrigana îsal de, fîlmên di janrên curbicur ên polîsî, mamik, diram, Berevaniya Pîroz, zarok û nûgîha, werziş, dîrok û hwd da, hatine wergirtin. 

Bi ragehandina navê 24 fîlmên beşa Sodaya Sîmorq ( Pêşbirka Sînemaya Îranê), 41 `emîn Mehrîcana Navneteweyî ya Fîlman a Fecrê, bûyera herî giring a sînemayî ya Îranê, şiklekî cidîtir li xwe girt û û bi destpêbûna fermî ya ji 1ê Sibatê va yê kelecaneke taybet di nava sînemakaran û berdengên sînemayê de pêk bîne.

 Her çend amadenebûna  kargêr û dîrektorên binavûdeng bi beşdariya fîlmsazên amadekar hatiye cebirandin û kesên mîna  Bêhrûz Efxemî û Resûl, Sedramêlî wek amadekar piştgiriya kargêrên tezekar kirine. Berhemên têkildarî sînemyaya civakî roleke berbiçav di vê dewrê de hebûye.

Kyûmers Pûrehmed, Muhemed- Huseyn Letîfî, Muhemed-Elî Başe- Ahenger, Mêhrdad Xweşbext, Hadî Muqedemdûst, Tûrec Eslanî û Hemîd Zergernijad, kargêrên herî binavûdeng di beşa Sodaya Sîmorq a 41 `emîn Mêhrigana Navneteweyî ya Fîlman aFecrê da ne.

Tûrec Eslanî, kargêr û dîrektorê kurd  jî ku pirtir wek rêveberê tomarkirinê tê naskirin, bi fîlma Wabl`ê bi fîlmsazên din re hevrikiyê dike. Dewra 41`an a  Mêhrigana  Navneteweyî ya Fîlman a Fecrê yê ji 1 heta 11`ê Sibatê were lidarxistin.