Roja 6an a Festîvala Şanoya Fecrê; Kargehên hînkariya Derhêneriyê li “Şanoya Bajêr”
Kargeha Hînkariya Derhêneriyê di sibeya şeşemîn roja dora çil û yekê ya Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Fecrê da bi beşdariya fêrxwaz û eleqedaran li navenda “Şanoya Bajêr” a Tehranê dest pê kir.
Li gorî rapora Beşa Peywendiyên Gelemperî ya Festîvala Şanoya Fecrê, kargehên hînkariyê yên D vê sibê li beşdariya fêrxwaz p xwendekarên Hunerê li navenda “Şanoya Bajêr” a Tehranê dest pê bûn.
Yekem pola hînkariyê li Festîvala Şanoya Fecrê, kargeha Derhêneriyê ya bi sergêriya xatûn “Îvana Vocîk Komînak” ji Sirbistanê bû.
Ev kargeh bi awayê pratîkî û bi rêbaza berçavgirtina azadiya raman, afirînerî û kiryara beşdaran tê lidarxistin û tê da tekezî li ser “Ya di derûna mirov da” û “Dîtin û têgihîştina ya di derûna mirov da” wek hêmana ku aktorekî hunerê ji yên din ciyawaz dike, tê kirin.