Şanoya “Îranîyan”ê bi pêşwaziya temaşevanan li Talara Wehdetê hat pêşkêşkirin
Şanoya “Îranîyan”ê bi pêşwaziya temaşevanan li Talara Wehdet'ê ya Tehranê hat pêşkêşkirin.
Şanoya “Îranîyan”ê (Kesên Îranî) êvara Sêşemiyê, 24ê Çileya 2023an li Talara Wehdetê ya Tehranê di Beşa Navneteweyî ya Dora Çil û Yekem a Festîvala Şanoya Fecrê da çû ser dikê.
Li gorî rapora Beşa Peywendiyên Gelemperî ya Festîvala Şanoya Fecrê, Di roja çarem a Dora çil û yekê ya Festîvala Şanoya Fecrê da, yekem lîstina Şanoya “Îranîyan”ê berhema Reza Sabirî bi beşdariya komeke berpirs, nûnerên Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê û hejmareke zêde ya hunermend û temaşevanan hat pêşkêşkirin.
Şanoya “Îranîyan”ê şiroveyek ji rastiyên veşartî ji tevkujiya jin û zarokên elewiyan ji aliyê Harûn, Xelîfeyê Ebasiyan, heta desthilatdarbûna kurê wî, Memûnê Ebasî ye. Di vê berhemê da bûyerên ku di rêya rêwîtiya Îmam Reza (S) ji Medîneyê bo Xorasanê diqewimin, tên nîşandan; rêwîtiyeke ecêb û bibandor ku serê axir bi rol û cîgeha taybet a îraniyan, jinavçûna komployên Memûn û hogirên wî bi dawî dibe.
Şanoya “Îranîyan”ê bi nivîskarî û derhêneriya Reza Sabirî êvara 25ê Çileyê jî li Talara Wehdetê tê pêşkêşkirin.