Atletico Madrid a Spanyayê ji qeyranê derket
Çile 22, 2023 16:06 Asia/Tehran
Tîma fûtbolê ya Atletico Madrid a Spanyayê karî ku di pêşbirka li hember Wayadolîdê de bi encama 3-0 ser keve û ji qeyranê derkeve.
Pêşbirka tîmên Atletico Madrid û Real Wayadolîdê di çarçoveya heftiya 18`an a pêşbirkên Lalîgaya Spanyayê de şeva buhurî li werzişgeha Wanda Mêtropolîtanoyê hat lidarxistin ku di dawiyê de ev pêşbirk bi serketina 3-0 a Atletico Madridê bi dawî hat.
Golê tîma Atletico Madrîdê di xulekên 18, 23 û 28 ên pişka yekê ya pêşbirkê da hatin tomarkirin. Tîma fûtbolê ya Atletico Madrid a Spanyayê bi vê serketinê hejmara xalên xwe gîhand 31ê û di rêza çarê ya xişteyê da cî girt. Tîma Real Wayadolîdê jî bi 17 puenan di rêza 17ê da cî girt.