Çile 19, 2023 18:34 Asia/Tehran
  •  Kurtefîlmeke îranî derbasî Mêhrigana Kurtefîlman a Venezuelayê bû

Kurtefîlma komêdî ya ‘‘Çaqû, Şukulat’’ ango ‘Kêr û şekilme’ ji Îranê derbasî beşa rikeberîya navneteweyî ya dewra heştan a Mêhrigana Kurtefîlman a Fîykmark a Venezuelayê bû.

Sênaryoya kurtefîlma “Çaqû, Şukulat”ê ji hêla Hûşmend Wer’î va hatîye nivîsîn û wî xwe jî kargêrîya wê kirîye, sênaryoya ku basa cihêkarîya zayendî û têkçûna malbeteke dûrî exlaqê dike.

Hûşmend Wer’î di vê kurtefîlmê da jî wekî fîlmên xwe yên berê ji hêleke nû va bala xwe dide ser jinan. Wer’î piştî ku di fîlmên xwe da bala xwe da ser pirsgirêkên civakî yên wekî HIV, fuhûş, xîyanet û jinên eremik (nezok), bi kurtefîlma ‘‘Çaqû, Şukulat’’ê jî bala xwe daye ser babetên wekî tesîb û şîdetê.

Hûşmend Wer’î berî vîya bi fîlma Exprimental’ê di dewra 26an a Mêhrigana Navneteweyî ya Kurtefîlman a Tehranê da dîplomaya Fexrê bi dest xist û di fîlmên xwe di beşa pêşbirkê ya gellek mêhriganên navneteweyî ji wan Mîlan a Îtalîyayê, Sen Petersburg a Rûsiyê, Bêlgrad a Serbistanê, Zorîx a Swîsê, Stenbol a Tikrîyê, Nayrobî ya Kênyayê û Mombay ya Hindê da beşdar bûye.

 

 

Serepeyv