Ûrmîye; Mazûvana Pêşbirkên Kebêdîyê yên Qaremanîya Ciwanên Asyayê
Çile 15, 2023 08:27 Asia/Tehran
17 welat yê beşdarî pêşbirkên kebêdiya qaremaniya ciwanên cîhanê li Urmiyê bibin
Serokê Federasyona Kebêdiyê ya Îranê ragehand ku 17 welat yê beşdarî pêşbirkên Kebêdiyê yên Qaremaniya Ciwanên Cîhanê li Urmiyê bibin.
Ebas Ebersecî, Serokê Federasyona Kebdêdiya Îranê got, yê 17 welat beşdarî dewra dudyê ya pêşbirkên Kebêdiyê yên Qaremaniya Ciwanên Cîhanê bi mazûvaniya Urmiyê bibin ku helbet renge hejmara tîman rabe 20 tîman jî.
Ebersecî her wiha got: Ev pêşbirk yê di dawiya Sibatê da bên lidarxistin û derdora 400 mêvan yê beşdarî wê bibin.
Hêjayî gotinê ye ku dewra yekê ya pêşbirkên Kebdêdiyê yên Qaremanaiya Ciwanên Cîhanê jî sala 2019`an bi beşdariya 14 tîman li grava Kîşê hat lidarxistin û tîma Îranê jî bû qaremana wan pêşbirkan.