Renge Ronaldo û Mêsî bo cara dawîyê derkevin pêşberî hev
Tîma Parîsenjêrmen a Firansayê dê ji bo pêşbirkeke dostane here Rîyazê û diqewime Ronaldo û Mêsî jî li wir derkevin pêşberî hev.
Lîyonel Mêsî fûtbolîstê arjantî di amadekarîya tîma Parîsenjêrmenê da amade bû û diqewime peymanê bi vê tîmê ra wajo bike û ev tîma yê di 19ê Çillê da here Rîyazê ta ku di pêşbirkeke dostane da derkeve pêşberî îtma Al Nasr a Erebistanê.
Al Nasra ku vê dawîyê Kirîstîyano Ronaldo wergirtîye û renge eva dawîn pêşbirk be ku ev du futbolîstên navdar di çarçova wê da derdikevin pêşberî hev.
Van 2 istêrkên futbolê piştî 15 salan rêyên cida dane ber xwe, Ronaldo peyamneke demdirêj bi wergirtina diraveke serhejîner, tîma AL Nasr ji xwe ra bijart di halekî da ku Mêsî hela jî hesta vê yekê dike ku dikare heta sala 2024ê di rêza bijareyan da rikeberîyê bike.