Kanûn 30, 2022 14:59 Asia/Tehran
  • Pêlê, fûtbolîstê efsaneyî yê fûtbola cîhanê koça dawî kir

Pêlê, fûtbolîstê efsaneyî yê fûtbola cîhanê, roja pêncşemiyê di 82 saliya xwe da emrê Xwedê kir.

Rûpela Înstagiramê ya Pêlê jî di daxuyaniyekê koça wî ya dawî erê kir.

Lîstikvanê futbolê yê ji Brezîlyayê yê navdar Pele bi penceşêrê ketibû û li nexweşxaneya Albêrt Enîşteyn a bajarê Saopaolo yê Birêzîlê dihate dermankirin.

Penceşêra di laşê Pele de ku ev zêdetirî salekê bû tedaviya kemoterapiyê didît, di destpêka vê salê de li pişik, kezeb û rûvîyên wî belav bûbû.

Pele ku di dîroka futbolê de di nav futbolîstên herî baş de dihat destnîşankirin û heta li gorî gelekan fûtbolîstê herî baş ê hemî dewran bû, zêde ji 1000 gulî tomar kiriye û "yekane lîstikvanê futbolê ye ku 3 caran Kûpaya Cîhanê ya FIFAyê di salên 1958, 1962, 1970`an de bi dest xistiye.

Koça dawiyê ya Pêlê, fûtbolîstê efsaneyî yê Birêzîlê, di temenê 82 saliyê da pêlek ji peyamên sersaxiyê di nava alîgirên wî bi taybet fûtbolîstan û heta siyasetmedarên seranserî cîhanê da bi dû xwe ve anîn.