FIFA'yê lîsteya berendamên 'Golparêzê Herî Baş di sala 2022an da' weşand
Kanûn 27, 2022 16:16 Asia/Tehran
Navê heft golparêzan di lîsteya Federasyona Cîhanî ya Fûtbolê (FIFA) ji bo wergirtina xelata Golparêzê Herî Baş di sala 2022an da cih girt.
Li gorî rapora IRNA'yê, Di vê lîsteyê da navê golparêzine mezin wekî Yasîn Bûnû (Yassine Bounou), Êmîliyano Martînêz (Emiliano Martínez), Alîson Bêkêr (Alisson Becker), Tîbû Kortua (Thibaut Courtois), Domînîk Lîvakovîç (Dominik Livaković), Mayk Mêygnan (Mike Maignan) û Manuêl Nûêr (Manuel Neuer) tê dîtin.
Yasîn Bûnû û Êmîliyano Martînêz ku xwedî rokele mezin di serkeftina tîmên Merakiş û Arjantînê da li Kupa Cîhanî ya Fûtbolê bûn, şanseke zêdetir hene ku wek Golparêzê Herî Baş di sala 2022an da bên bijartin.
Martînêz karî 'Lepika Zêrîn' a Kupa Cîhanî ya Fûtbolê wergire.