Kanûn 17, 2022 16:38 Asia/Tehran
  • Yekem nunerê îranî yê FIBA`yê hat bijartin

Federasyona Cîhanî ya Beskitbolê (FIBA) Emîrhisên Seferzade hekemê berê yê navnetewî yê îranî wek yekem wekîlê teknîkê yê îranî yê xwe bijart.

Li gorî ragihandina Federasyona Cîhanî ya Beskitbolê, Emîrhisên Seferzade heemê xwedî-ezmûn û navdar ê navnetewî yê îranî, wek yekem wekîlê teknîkê yê îranî yê FIBA`yê hat bijartin û yê di pêşbirkên ku di bin çavdêrîya vê federasyonê da tên lidarxistinê, bibe berpirsê lidarxistina wan pêşbirkan.

Seferzade di warê hekemtîyê da piştî bidestxistina belgeya navnetewî di 20 salîyê da, hertim weke yek ji hekemên herî baş ên parzemîna Asyayê, di pêşbirkên girîng ji wan 6 dewrên Kapa Gelên Asyayê, 4 dewrên Kapa Asyayê, 5 dewrên Kapa Tîmên Asyayê, 2 dewrên Qaremanîya Asyayê, Pêşbirkên Kapa Cîhanî ya Ciwanan û pêşbirkên din ên girîng da hekemtî kirîye û wek tenha hekemê îranî bo dewra hekeman a NBA ya Amerîkayê hat vexwendin.