Sumoya Îranê li Kupa cîhanî ya Moskoyê bû duyem
Kanûn 07, 2022 13:56 Asia/Tehran
Tîma neteweyî ya Sumoya Îranê bi wergirtina 5 mîdalên rengorengo di Kupa cîhanî ya Moskoyê da bû duyem.
Li gorî rapora IRNAyê, Kupa cîhanî ya Hevberjewendî ya Sumoyê bi beşdariya sumovanên 17 welatan bi mazûvaniya Rûsiyê û li werzîşgeha Qesra Olempîkê ya bajarê Çêxofê hat lidarxistin.
Di dawiya van pêşbirkan da Tîma neteweyî ya Sumoya Îranê bi wergirtina sê mîdalên zîv ên takekesî û du mîdalên zîv û bronza tîmî, piştî Rûsyeya mazûvan bû duyem.
Tîma Mixolistanê jî bû sêyem.
Sumo çiqeke werzîşa guleştê ya kevn e ku tê da giranî, mezinahî û hêz di pileya yekem a girîngiyê da ye.