Kupa Cîhanî ya 2022an; Tîma Îranê ser neket û ji Kupa Cîhanî xatir xwest
Mijdar 30, 2022 12:52 Asia/Tehran
Tîma neteweyî ya fûtbola Îranê himberî Amerîkayê derda û nekarî derbasî qonaxa bijartina 8 tîmên serkevtî ya Kupa Cîhaîn ya 2022an a Qeterê bibe.
Tîma neteweyî ya fûtbola Îranê şeva buhurî li Werzişgeha Al Sumame ya Qeterê derket pêşberî tîma Amerîakyê û bi encama 1-0 derdayê û bi vî awayî nekarî derbasî qonaxa bijartina 8 tîmên serkevtî ya Kupa Cîhaîn ya 2022 ya Qeterê bibe.
Di Koma B`yê da destpêkê Ingilîs bi 7 puenan û paşê jî Amerîka bi 5 puenan derbasî qonaxa bijartina 8 tîmên serketî bû. Tîma neteweyî ya fûtbola Îranê jî bi 3 puenan di rêza sisêyan da cî girt.
Tîma neteweyî ya fûtbola Îranê digel tîmên Ingilîs, Amerîka û Wêlzê di Koma B`yê da cî girtibû. Kupa Cîhanî ya Qeterê ji 20ê Mijdarê va li Qeterê dest pê kiriye.