Pêncemîn Festîvala Kurtefîlm û Xwendekariyê ya Yêrîvanê; Sînemaya Îranê bi ser ket
Mijdar 21, 2022 15:15 Asia/Tehran
Fîlmên îranî yên "Aram" û "Rojgirtin"ê di Pêncemîn Festîvala Kurtefîlm û Xwendekariyê ya Yêrîvanê da ser ketin û xelata yên herî baş wergirtin.
Di Pêncemîn Festîvala Kurtefîlm û Xwendekariyê ya Yêrîvanê ya Ermenistanê da 33 fîlm ji wan du fîlm bi nûnertiya ji Îranê di beşa pêşbirkan a vê festîvalê da hatin nîşandan.
Kurtefîlma îranî ya Aram ku çîroka biryarên rojane û asayî yên keçek ciwan şirove dike xelata fîlma herî baş a beşa navneteweyî û lîstikvana herî serkeftî ya Pêncemîn Festîvala Kurtefîlm û Xwendekariyê ya Yêrîvanê bi dest xist.
Her wiha fîlma îranî ya "Rojgirtin"ê bi derhêneriya Elîreza Qasimî û Reha Emîrfezlî di beşa pêşbirkê ya vê festîvalê da beşdar bûbû û wek Awira Hunerî ya herî baş a festîvalê hat bijartin.