Mijdar 20, 2022 19:24 Asia/Tehran
  • Stêrkê berê yê futbola Îtalîyayê pêşbînî kir; Îran û Holend yê di qonaxa bijartina 8 tîmên serketî da cî bigirin

Stêrkê berê yê futbola Îtalîyayê ku futbolîstê tîma Inter Mîlanê bû, pêşbînî kir ku Îran û Holend yê di qonaxa bijartina 8 tîmên serketî ya Kapa Cîhanî da cî bigirin

Valtêr Zênga Stêrkê berê yê futbola Îtalîyayê ku futbolîstê tîma Inter Mîlanê bû basa destpêbûna Kapa Cîhaîn ya 2022yê kir û got: Ji Koma Duyê Ingilîs dê weke tîma yekê û Îran jî dê weke tîma duyê desrbasî qonaxa bijartina 8 tîmên serketî bibe.

Zênga pêbînî kir ku di qonaxa bijartina 8 tîmên serketî da, Îran yê derkeve pêşberî Holendê ku bi vî awayî yê pêşbirkek gellekî balkêş be.

Zênga herwiha got ku tîma Arjantînê yê bibe qaremana vê dewra pêşbirkên Kapa Cîhanî.

Tîma futbola Îranê yê sibê 21ê Mijdarê li Werzişgeha Xelîfe ya Qeterê derkeve pêşberî tîma Ingilîsê.