Ensîkilopedyaya dîplomatîk a farisî-ermenkî hat nimadin
Ensîkilopedyaya dîplomatîk a bi du zimanên farisî û ermenî hatîye amadekirinê, bi amadebûna rayedarên Ermenistanê li Têhranê hat nimandin.
Ferhenga dîplomatîk a bi du zimanên farsî-ermenkî û ermenkî û farisî ji hêla Vahagen Afîyan va hatîye amadekirinê, bi amadebûna Mênatsakan Safarîyan Cîgirê Sîyasî yê Wezîrê Karên Derve yê Ermenistanê, Rêvebirê Çiqa Welatên Cînar a Wezareta Karên Derve ya vî welatî, Rawêjkarê Wezîrê Karên Derve yê Ermenistanê, Sebwe Serkîsîyan Serosqofê ermenîyan li Têhranê û Arsên Avakîyan Balyozê Ermenistanê li Têhranê hat nimandin.
Vahagên Afîyan nivîskarê vê ferhengê, dibêje ku ev berhema ji 974 rûpelan pêk hatîye û ji hêla Weşanxana Meşq a Têhranê va hatîye çapkirin û weşandinê û ji bo amadekirina wê ji çavkanîyên curbicur ên îranî û ermenî û mamosteyên zimanên farisî û errmenkî sûd hatîye wergirtin.
Afîyan dibêje ku ev ferhenga di warên aborî û sîyasî da ye k udi 5 salan da hatîye amadekirin.
Ev ensîkilopedyaya peyvên warên ticaret, abor, sîyaset û teknolojîyê digire ber xwe.