Mijdar 12, 2022 20:38 Asia/Tehran
  • Tîma neteweyî ya cûdoyê ya bêparên dîtinê û kêmbînayên Îranê bû şampiyoniya cîhanê

Tîma neteweyî ya cûdoyê ya bêparên dîtinê (kor) û kêmbînayên Îranê li pêşbirkên şampiyoniya cîhanê li Bakûya paytexta Azerbaycanê bû qehreman.

Di roja dawî ya pêşbirkên şampiyoniya Judoyê ya Parolîmpîk a Cîhanî ya Parîsê ku li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê birêve çû, Wehîd Nûrî li pêşbirka fînalê ya temam îranî di giraniya ser 100 kîlogram de li hember Mihemed Riza Xeyrullahzade îraniyê din serket û bi vî awayî tîma Îranê madaleke zêr û madaleke zîv bi dest xist.

Li gorî rapora IRNA`yê, pêştir Meyşam Benî-Teba di wezna 60 Kg û Wehîd Cidî di 73 Kg de du medalên zêr ji Îranê re bi dest xistine.

Bi vî awayî tîma neteweyî ya cûdoyê ya kor û kêmbînayên Îranê bi 3 medalên zêr û medaleke zîv li pileya yekem a cîhanê bsekinî, Fransa di pileya duyem û Brezîlya jî bû sêyem.

Serepeyv