Nûnerê snookerê yê Îranê bû duyemîn li cîhanê
Emîr Serxoş nûnerê snookerê Îranê di ezmûna xwe ya sêyem a fînala cîhanê de li pileya duyem a cîhanê cih girt.
Şampiyoniya Snookerê ya Cîhanê di navbera 5 heta11 Mijdarê li bajarê Manavgatê yê Tirkiyê hat lidarxistin.
Li gorî rapora IRNA`yê, êvara Îniyê Emîr Serxoş û Lîm Kok Leong ji Maleziyê li fînala pêşbirka şampiyoniya snookerê ya cîhanê ketin hemberî hevdu û di dawiyê de rikberê Maleziyê, Emîr Serxoş têk bir û bû qehreman û nûnerê Îranê jî bû duyemînê di vê pêşbirka cîhanî de.
Di tûra komê de Serxoş li hember Shrikrishna ji Hindistanê, Mihai Velario ji Romanya, Andrey Gladik ji Rûsyayê serket û piştre li hember hevwelatiyê xwe Elî Roşenî-Kiya bi ser ket û Cheong Ka Wai ji Hong Kongê, Rodin Judin ji Letonya û Robin Hall ji Fînlandayê hevrikên din ên wî bûn berî ku derbasî Fînalê bibe.