Mijdar 03, 2022 17:31 Asia/Tehran
  • Tekwandokarên Îranê di pêşbirkên tekwandoya azad a Pakistanê de mîdalên zêr û zîvê wergirtin

Takwandokarên kêşên bin 74 kg yên Îranê di tornmênta tekwandoya navneteweyî ya azad a Pakistanê de mîdalên zêr û zîvê wergirtin.

Çaremîn dewra pêşbirkên azad ên Asiyayê, ji duh va bi beşdariya 536 beşdaran li Îslamabada paytexta vî welatî dest pê bûn û heta sibê jî dê didomin. 

 Li gorî rapora IRNA`yê, di roja ewil a pêşbirkên navneteweyî yên Pakistanê, Daniyal Buzurgî,  di kêşa  bin 74 kg a Îranê ewilî bi Ehmed Behlûl ji Îmaratê û  qehremanê pila dudyan  ê pêşbirkên hevgirtina welatên îslamî rûbirû bû  û bi encama 2-0 bi ser ket û di qonaxa yek çaran a faynalê bû hevrikê Muxtar Nesîr ji Misrê û  ji wî bir û derbasî  faynalê bû. 

 Buzurgî di faynala tam îranî jî li hember seyd  Omîd Huseynî di du randan de bi ser ket û mîdala zêrê ya vê kêşê bi dest xist. 

Îro û di roja dudyan a  van pêşbrkan de, pêşbirkên weznên bin 54 û bin 63 kg tên li darxistin ku Ferzan Aşûrzade , Muhemed Sadiq Dihqanî û Hesen Beşîrî bi hevrikên xwe re dilîzin. Îniyê û di roja dawiyê ya pêşbirkan de jî Armîn Hadîpûr di wezna  bin 58 kg ê hevrikiyê dikin.