Bi serketina Lowandofskî, Barselona ji qeyranê filitî
Di heftiya 12`an a Lalîgaya Îspanyayê de,tîma fûtbola Barselonayê karî bi serketina Robêrt Lowandofskî bi encama 1-0 Walênsiyayê işkest bide.
Pêşbirka tîmên Walênsiya û Barselonayê di çarçoveya heftiya 12`an a pêşbirkên fûtbola Lalîgaya Îspanyayê de ji siet 22:30 li werzişgeha Mestayayê û b hekemtiya Rîkardo Dî Borgos hat li dar xistin ku di dawiyê de ev pêşbirka bi serketina 1-0 a Barselonayê bi dawî hat.
Barselona bo serketina di vê pêşbirkê de, alîgirên xwe kulzikî kirin lê di dawiyê de bi gola Robêrt Lowandofskî, berxwedana Mestayayê têk işkand.
Di xuleka 90+3`yê de Rafînya ji rexê rastê gog avêt ku Lowandofskî li ser tîrê dudyan gog wergirt û bi pêneke deqîq pêngava dawiyê hilanî da ku Barsa di vê pêşbirka zehmet de bi encama 1-0 bi ser keve.