8 mîdal; destkefta Tîma Neteweyî ya Kickboxing Waskoya Îranê ji pêşbirkên cîhanî
Tîma Neteweyî ya Kickboxing Waskoya Îranê di pêşbirkên cîhanî yên 2022an ên Îtalyayê da bi wergirtina 4 mîdalên zêr û 4 zîvan dawî li karê xwe anî.
Li gorî rapora IRIB Newsê, Tîma Neteweyî ya Kickboxing Waskoyê ya Federasiyona Lijneyên werzîşên şerrkirinê ya Îranê bi 16 werzîşkaran çar rojan di pêşbirkên Îtalyayê da çû pêşberî hevrikên xwe ji 39 welatan.
Di daawiya van pêşbirkan da, di rêza nûciwanan da Arya Ehmedî di giraniya bin 65 kg, di rêza nûciwanan Umîd Parsa di giraniya bin 60 kg, di rêza mezinan da, Arman Muradî di giraniya bin 75 kg û di rêza pêşengan da Husên Elayî di giraniya bin 80 kg da mîdala zêrê wergirt.
Her wiha di rêza mezinan da Melikmihemed Qasimî di giraniya bin 85 kg, Elî Mominî Qehî di giraniya bin 75 kg, Muhemed Turk di zêdeyî 100 kg û Kambîz Babayî di Kataya Pêşengan da mîdala zîv wergirtt.