Futsala Kapa Gelên Asyayê; Îranê li Endonêzîyê bir
Îlon 29, 2022 10:21 Asia/Tehran
Di roja duyê ya Pêşbirkên Futsala Kapa Gelên Asyayê da, tîma Îranê li tîma Endonêzîyê bir.
Pêşbirkên Futsala Kapa Gelên Asyayê ji duh va li Kuweytê destpê bûne û tîma Îranê digel Endonêzî, Tayvan û Libnanê di komekê da ye.
Tîma Futsala Îranê di pêşbirka yekê da derket pêşberî tîma Endonêzîyê û 5-0 lê bir.
Tişta balkêş eva ye ku rahênerê tîma Endonêzîyê jî Mihemed Haşimzade îranî ye.
Tîma Futsala Îranê di pêşbirka duyê da yê roja înîyê derkeve pêşberî tîma Libnanê.