Îlon 26, 2022 17:50 Asia/Tehran
  • Pêşbirkên Wuşûya xwendekarên cîhanê li Tirkiyê bi dawî hat; tîma neteweyî ya Îranê bû qareman

Tîma neteweyî ya Wuşûya xwendekaran a Îranê di Pêşbirkên Wuşûya xwendekarên cîhanê da bi wergirtina 4 mîdalan di beşa Sandayê da bû qareman.

Dora yekem a Pêşbirkên Wuşûya xwendekarên cîhanê li Tirkiyê tê lidarxistin û Tîma Wuşûya Zanîngeha Şehîd Bihiştî wek nûnera Îranê beşdarî van pêşbirkan bûye.

Di roja dawiyê ya van pêşbirkan da, tîma Îranê bi wergirtina çar mîdalên zêrê karî di beşa Sandayê da bibe qareman.

Di giraniya bin 60 kg a keçan da, Mehna Rehîmîyê mîdala zêrê wergirt.

Di giraniya bin 60 kg a mêran da jî Şuca' Penahî mîdala zêrê wergirt.

Her wiha di giraniya bin 80 kg da jî Elî Xorşîdî ji Îranê mîdala zêrê wergirt.

Serepeyv