Pêşbirkên Karate-1 a Tirkîyê; 2 karatekarên îranî derbasî fînalê bûn
Îlon 24, 2022 13:13 Asia/Tehran
Di roja yekê ya Pêşbirkên Karete-1 a Tirkîyê da, 2 karatekarên îranî derbasî fînalê bûn.
Di roja yekê ya Pêşbirkên Karate-1 a Tirkîyê da Mehmûd Nêimetî di kêşa +84 kg da û Mêhdî Xodabexşî jî di kêşa -84 kg da derbasî fînalê bûn. Ev du karatekarên îranî yê sibê ji bo bidestxistina mîdala zêr derkevin pêşberî reqîbên xwe.
Di pişka jinan da jî Hedîse Cemal û Mehsa Efsane di çiqa Kataya Takekesî da yê ji bo bidestxistina mîdala boronz derkevin pêşberî hev.
Pêşbirkên fînala kêşên curbicur ên jin û mêran jî yê sibê bên lidarxistin.