Îlon 24, 2022 08:42 Asia/Tehran
  • Zanîngeha Sîstan û Belûçistanê û Zanîngeha Salênto ya Îtalîyayê liyêkgiheştinameyek wajo kirin

Zanîngeha Sîstan û Belûçistan a Îranê û Zanîngeha Salênto ya Îtalîyayê liyêkgiheştinameyek derheq hevkarîyên di warê perwerde-lêkolîn, lihevguhertina xwendekaran û projên kevnarnasîyê yên taybet bi şarê Sukhteh (şewitî) li herêma Sîstanê da wajo kirin.

Fabîyo Palîşê Serokê Zanîngeha Salênto ya Îtalîyayê li Zanîngeha Sîstan û Belûçistan a Îranê serkevtinên vê zanîngehê di warê zanistê da girîng zanîn û ew wek çirûskek ji bo pêşketinên zanistî li asta cîhanê zanîn.

Xulamriza Rizayî Serokê Zannîgeha Sîstan û Belûçistanê jî di vê hevdîtinê da got ku nika 200 xwendekar ji welatên Efganistan û Pakistanê li vê zanîngehê dixwînin û dîyar kir: Ji sala 2017ê va izna wergirtina xwendekarên bîyanî dane Zanîngeha Sîstan û Belûçistanê.

Wî derbara naveroka liyêkgiheştinama di navbera Zanîngeha Sîstan û Belûçistan a Îranê û Zanîngeha Salênto ya Îtalîyayê da got: Li gorî vê liyêkgiheştinameyê her du alî yê xwendekaran di astên lîsans û PHDyê da wergirin û mamosteyan lihev biguherin.