Îlon 21, 2022 16:16 Asia/Tehran
  • Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê dîsa yê li sînemayan were lidarxistin

Mêhrigana Fîlmên Kurdî ya Londonê (LKFF) yê piştî lidarxistina 2 salan a serxet a ji ber pandemiya Covid-19ê îsal dîsan li sînemayan were lidarxistin.

13mîn Festîval Fîlmên Kurdî ya Londonê, biyar e di navbera 23ê û 30yê Îlona 2022an de li paytexta Brîtanyayê bajarê Londonê li Sînemaya Rio & Vue were lidarxistin.

Li gorî bernameyê dewra sêzdan a Mêhrigana Fîlmên Kurdî ya Londonê, yê 23ê Îlona 2022an bi galayê dest pê bike.Bi tevahî 31 fîlm dê bên nîşandan ji wan 15 fîlmên demdirêj in û 16 jî kurtefîlm in.

Festîval yê bi nîşandana fîlma “Cîran” a Mano Xelîl dest pê bike.