Îlon 21, 2022 12:23 Asia/Tehran
  • 17 îranîyan di Pêşbirkên Navnetewî yên Nîgarkeşîya Japonê da xelat û dîploma fexrê bi dest xistin

17 endamên zarok û tezelaw ên Navendên Perwerdekirina Fikrî yên Zarok û Tezelawên Îranê di dewra 29an a Pêşbirkên Navnetewî yên Nîgarkeşîya Zarokan a Civata Hîkarî ya Japonê da xelat û dîploma şanazîyê bi dest xistin.

Ji bo dewra 29an a Pêşbirkên Navnetewî yên Nîgarkeşîya Zarokan a Civata Hîkarî ya Japonê 9 hezar û 998 bedrhem ji 50 welatên cîhaên hatibûn şandinê û ji Îranê jî 316 berhem hatibûn şandinê ku di nava wan da 17 endamên zarok û tezelaw ên Navendên Perwerdekirina Fikrî yên Zarok û Tezelawên Îranê xelat û dîploma şanazîyê bi dest xistin.

3 endamên Navendên Çand û Hunerê ser bi Navenda Perwerdekirina Fikrî ya Zarok û Tezelawên Îranê dîploma fexrê ya zîv, 4 endaman jî dîploma fexrê ya boronz û 10 endaman jî karîn dîploma şanazîyê ya sala 2021ê bi dest bixin.

Naskirina zarok û tezelawên dahêner di warên huner û wêjeyê da bi saya lidarxistina dewrên curbicur yek ji erkên herî girîng ên Navenda Perwerdekirina Fikrî ya Zarok û Tezelawên Îranê ye.