Fîlma sînemayî ya 'Ebleq'ê li Îranê û sînemayên Herêma Kurdistanê tê nîşandan
Fîlma sînemayî ya 'Ebleq'ê bi derhêneriya Nergis Abyarê hevdem digel sînemayên Îranê li sînemayên bajarên Silêmanî, Hewlêr û Dihokê li Herêma Kurdistana Iraqê jî tê ekrankirin.
Fîlma sînemayî ya 'Ebleq'ê bi lîstikvaniya hejmareke aktorên nasyar ên sînemaya Îranê ji wan Behram Radan, Êlnaz Şakirdost, Hoten Şekîba, Fatime Kerîmiyan, Mihran Ehmedî û Gîtî Moînî hevdem digel sînemayên Îranê, li Sînemaya Salim a Silêmaniyê, Sînemaya Empayîr a Hewlêrê û Sînemaya Dihok Mollê ya bajarê Dihokê tê ekrankirin.
Fîlma 'Ebleq' jiyaneke jinekê rave dike ku li derdora bajarekî mezin hevrê digel hevjîn û zarokên xwe dijî; Bûyerek diqewime û ew divê hema wisa esasa malbata xwe biparêze.
Nergis Abyar derhênera îranî beriya vêya bi çêkirina fîlmên weke Şiyara 143 (Tîşika 143) û "Şeva ku Heyv bû Çardehşevî" gelekî bala gelê Îranê kişandiye.