Ûrmiye; Şanoya Mem û Zînê van rojan li ser dikê ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i336294-Ûrmiye_Şanoya_mem_û_zînê_van_rojan_li_ser_dikê_ye
Şanoya Mem û Zînê ya bi zimanê Kurdîya Kurmancî van rojan li bajarê Ûrmiyê (bakûrê rojavayê Îranê) li ser dikê ye.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
Îlon 06, 2022 13:33 Asia/Tehran
  • Ûrmiye; Şanoya Mem û Zînê van rojan li ser dikê ye

Şanoya Mem û Zînê ya bi zimanê Kurdîya Kurmancî van rojan li bajarê Ûrmiyê (bakûrê rojavayê Îranê) li ser dikê ye.

Şanoya Mem û Zînê wek xebatek ji aliyê koma şanoyê ya Textereşê ku ji roja 31ê Tebaxê va dest pê kiriye, dê heta 9ê Îlona 2022an li Navenda Çandî û Hunerî ya bajarê Ûrmiyê mazûvaniya hezkiriyan bike.

Derhêner û nivîskarê vê şanoyê Resûl Bangîn, wergêra şanoyê Neşmîl Nizamî, beşa stranê Reza Hinare û lîstikvanên wê Cefer Pakniya, Mayîde Darlekî, Torec Pakpûr, Semane Mîrzayî, Irfan Soheylî, Nîhad Ceferî, Mojgan Esgerî, Kerîm Bedelî Azer, Mehîn Encumen, Diyako Dêylemî, Şehram Persa û Firûx Kenanî ne.

Mem û Zîn şahkareke wêjeya kurdî ye ku ji aliyê helbestvanê navdar Ehmedê Xanî va hatiye hûnandin.