Êrîşeke çekdarî li ser Federasiyona Fûtbolê ya Tikriyê (TFF) pêk hat
Îlon 02, 2022 11:42 Asia/Tehran
Avahiya Federasiyona Fûtbolê ya Tikriyê (TFF) li Stenbolê hete ber êrîşa bi çekê.
Li gorî rapora ISNAyê, Ev êrîş hevdem digel civîna serokên fûtbola Tirkiyê pêk hat û ziyana canî li ti kesî neket.
Polîs di vî warî da du kes girtine.
Silêman Soylû wezîrê karên hundir ê Tirkiyê got: 11 gulle ber bi avahiyê va hatine avêtin ku 5 gulle li odeya civînan û ofîsa serokê Federasiyona Fûtbolê ya Tikriyê (TFF) ketine.
Elî Îrlîkaya qayîm meqamê Stenbolê tevî amajeya bi destpêbûna lêkolînan derbareyê gullebarana Federasiyona Fûtbolê ya Tikriyê (TFF), ev êrîşa çekdarî şermezar kir.