Tîma Hendbola Tezelawên Îranê di rêza duyê ya Asyayê da cî girt
Îlon 01, 2022 08:55 Asia/Tehran
Tîma Hendbola Tezelawên Îranê di rêza duyê ya Asyayê da cî girt.
Tîma Hendbola Tezelawên Îranê duh danê êvarê 26- 22 li tîma Koreya Başûr bir û di rêza duyê ya Asyayê da cî girt.
Di pişka yekê ya vê pêşbirkê da tîma Koreya Başûr 14-11 li pêş Îranê bû. Lê di pişka duyê da tîma Îranê karî 26-22 lê bibe û di pêşbirkên qaremanîya Asyayê di rêza duyê da cî bigire.
Tîma Hendbola Tezelawên Îranê di qonaxa komkî ya Pêşbirkên Qaremanîya Asyayê da bi 3 serketin û derdanekê wek tîma duyê ya koma xwe derbasî qonaxa berî fînalê bû.