Pêşnîyara nû ya Tîma Çêlsîyê ji bo wergirtina futbolîstê îranî yê tîma Portoyê
Tebax 31, 2022 18:52 Asia/Tehran
Tîma Çêlsîyê ji bo wergirtina futbolîstê îranî yê tîma Portoyê, Mêhdî Tarêmî pêşnîyareke 25 milyon euroyî raber kirîye.
Li rûpela twîtterê ya nêzîkî tîma Porto ya Portugalê hat idiakirinê ku tîma Çêlsî ya Ingilîsê di pêşnîyara xwe ya nû bo tîma Portoyê da xwestîye ku bi 25 milyon euroyan Mêhdî Tarêmî wergire.
Ev pêşnîyara tîma Çêlsîyê bûye sebeb ku rêvebirên tîma Portoyê li ser durêyanê bimînin ku heke Mêhdî Tarêmî hez bike here tîma Çêlsîyê û tîma Portoyê jî vê yekê qebûl bike, diqewime rêvebirên tîma Portoyê ji posta xwe wêda herin.
Rêvebirên tîma Portoyê berî vîya ji ber jidestdana futbolîstên kilîdî ketibûn ber rexneyan.
Tîma Çêlsîyê ev demsala sûpêrlîga futbola Ingilîsê bi encamên lawaz destpê kirîye û şeva buhurî jî derda.