Tebax 28, 2022 16:58 Asia/Tehran
  • Şampiyoniya cîhanî ya voleybolê, di rêzbenda Federasyona Cîhanî de Îran hilkişyana ser pileyeke din

Tîma neteweyî ya voleybolê ya Îranê piştî serketina li hemberî Arjantînê di rêzbenda Federasyona Cîhanî de pileyek hilkişiya jor.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars`ê, roja şemiyê duwemîn roja qonaxa seretayî ya pêşbirkên qaremaniya voleybola mêran a cîhanê bi 6 lîstikan li du welatên Polonya û Slovenya hat şopandin. Tîma neteweyî ya voleybolê ya Îranê li pêşbirka duyem a Koma F a van pêşbirkan li salona Stojits Arena ya Lyublyana paytexta Slovenyayê li hemberî Arjantînê bi encama 3-2 serket.

Ev encam di rewşekê de hat bidestxistin ku beriya destpêkirina lîstikê, Arjantîn bi 280 puanan û Îran bi 278 puanan di rêza heftem û heştemîn a rêzbenda Federasyona Cîhanî de bûn.

Bi sedema serkeftina 3-2 ya şagirdên Behroz Etaî li vê lîstikê, gişt pûanên Îranê di rêzbenda Federasyona Cîhanî de gihîşt 284-an û Arjantînê jî 274 pûan bi dest xist.
Bi vî awayî Îran pileyek hilkişiya jor û cihê Arjantînê di rêza 7emîn de girt û şagirdên Mendez (Arjantîn) pileyek daket û bû nehemîn.

Serepeyv