Şampiyoniya Basketbolê ya Ciwanên Asyayê; Serketina Îranê li hember Japonyayê
Tîma basketbolê ya ciwanan a Îranê li pêşbirka dawîn a qonaxa komê ya pêşbirkên şampiyoniya bin 18 saliyên Asyayê, li hember Japonê bi ser ket.
Li gorî rapora IRNA`yê, Tîma Îranê duh berêvarê (sêşemê) li pêşbirka dawîn a qonaxa komê ya pêşbirkên şampiyoniya bin 18 saliyên Asyayê bi Japonê re rûbirû bû û li nîveka yekem a vê pêşbirkê bi temamî di bin bandora rikber de ma û bi 14-24 û 13-25 têk çû. Lê di nîveka duyemîn de skor hat zivirandin û lîstikvanên Îranê bi berevaniya baş û êrîşên berdewam, 23-10 û 18-7 bi ser ketin û di dawiyê de bi skora 68-66 ji qadê bi serketin derketin.
Pêşbirkên basketbola ciwanan a Asyayê ji 21`ê Tebaxê ve bi mazûvaniya Têhranê birêve diçe û tîma basketbolê ya bin 18 salî ya Îranê di yekem pêşbirka xwe de li hember Lubnanê lîst û ev lîstik bi encama 65-63`an li berjewendiya tîma mêvan bi dawî hat.