Dawiya kupa Wagnerê; Tîma neteweyî ya Volîbala Îranê bû sêyem
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i335996-dawiya_kupa_wagnerê_tîma_neteweyî_ya_volîbala_Îranê_bû_sêyem
Tîma neteweyî ya Volîbala Îranê di cîgeha sêyem a kupa Wagnerê da cih girt.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 21, 2022 09:44 Asia/Tehran
  • Dawiya kupa Wagnerê; Tîma neteweyî ya Volîbala Îranê bû sêyem

Tîma neteweyî ya Volîbala Îranê di cîgeha sêyem a kupa Wagnerê da cih girt.

Li gorî rapora IRNAyê, Dora nozdehem a pêşbirkên Volîbolê yên Kupa Wagner li Polonyayê ji 18 heta 20ê Tebaxê bi beşdariya çar tîmên Îran, Sirbistan, Polonya û Arjantînê hat lidarxistin.

Di dawiya van pêşbirkan da, tîma Polonyayê bû yekem û Arjantîn, Îran û Sirbistan bi rêzê bûn duyem heta çarem.

Her wiha Sabir Kazimî wek baştirîn lêderê servîsê di van pêşbirkan da hat bijartin.

Tîma neteweyî ya Volîbala Îranê îro berê xwe da Sloveniyê da ku ji bo beşdariya di pêşbirkên kupa cîhanî da xwe amade bike.