Tîma neteweyî ya Voolîbola Îranê derbasî nîvfînala Pêşbirkên Welatên Îslamî bû
Tebax 12, 2022 10:34 Asia/Tehran
Tîma neteweyî ya Voolîbola Îranê di pêşbirka xwe ya duyem da li Pêşbirkên Hevgirtina Welatên Îslamî karî Pakistanê têk bide.
Li gorî rapora IRNAyê, Dora pêncem a Pêşbirkên Hevgirtina Welatên Îslamî ji 9 heta 18ê Tebaxê li bajarê Qoniyeya Tirkiyê tên lidarxistin û Tîma neteweyî ya Voolîbola Îranê roja Pêncşemiyê di pêşbirka xwe ya duyem da çû pêşberî Pakistanê
Şagirdên Ezîm Cezîde di vê pêşbirkê da bi puenên 25-18, 28-26 û 25-18 ji tîma Pakistanê birin û bi vî awayî hilkişiyana xwe bo nîvfînalê tezkûz bikin.
Niha di Koma B da Tikriye piştî Îranê di rêza duyem da ye û dê îro biçe pêşberî tîma Qeterê.
Tîma neteweyî ya Voolîbola Îranê roja Şemiyê dê biçe pêşberî Tirkiyê.