Mêsî diçe ku nasnavê Siltanê Kupê li xwe bike
Tebax 01, 2022 19:52 Asia/Tehran
Liyonêl Mêsî lîstikvanê arjantînî yê Paris Saint-Germain'ê bi wergirtina çil û yekemîn kupa xwe, li nasnavê Siltanê Kupê nêzik bû.
Li gorî rapora Fars Newsê, Tîma fûtbola Paris Saint-Germain şeva derbasbûyî di pêşbirka Sûper Kupa Fransayê çû pêşberî Nantê û bi encama 4-0 bi ser ket û bû qareman.
Liyonêl Mêsî di vê pêşbirkê da guleke tîma xwe avêt.
Ev kupa 41ê ku Mêsî di jiyana xwe ya fûtbolê da werdigire. Helbet pêştir ji Mêsî Denî Alûs lîstikvanê brezîlî 43 kup di jiyana xwe ya fûtbolê da wergirtiye.