Tîrmeh 31, 2022 10:34 Asia/Tehran
  • Li Aachena Almanyayê pêşangeheke pirtûkên kurdî li dar ket

Roja Şemiyê (30.07.2022) li bajarê Aachena (Axin) Almanyayê "Navenda Kurdên Aachen“ ligel Weşanxaneya Avayê pêşangeheke pirtûkan amade kir. Di pêşangehê de gelek kes amade bûn. Helîm Yûsiv û Mehmûd Badilî ku nivîskarên mêvan ên pêşangehên bûn berhemên xwe ji bo mêvanan xwendin.

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Pêşangeha Pirtûkan serê sibê saet 11’an de dest pê kir û heta saet 18’an berdewam kir. Di pêşangeha ku Weşanên AVA’yê pirtûkên xwe pêşkêş kirin de beşdaran hem eleqe nîşanî pirtûkan, hem jî nîşanî xwendina wêjeyî dan.

Beşa xwendina wêjeyî ya çalakiyê saet 14’an de dest pê kir. Ji beşdarên vê beşê helbestvan Mehmûd Badilî çend helbestên xwe xwendin û behsa wergera romaneke erebî kir ku wî bi xwe wergerandiye kurdî û ji Weşanxaneya Avayê derketiye. Dûre Helîm Yûsiv axivî. Yûsiv pêşî bi kurtayî behsa serboriya xwe ya demdirêj a bi nivîskariya kurdî re kir, hem li welêt û hem li derve. Piştre wî du çîrokên qerfî ji pirtûka xwe "Auslander beg" xwendin.

Piştî xwendina helbest û çîrokan gotûbêj û dan û standin çêbûn. Di vê beşê de  bi giranî behsa têkiliya di navbera wêje û siyaseta kurdî de hat kirin. Herî dawî her du nivîskaran pirtûkên xwe ji bo beşdaran îmze kirin.

Yek ji xalên bernameyê jî ew bû ku xwendekarên kurd ên Kurdistana Sûriyê ku di lîseyê de li bajarê Aachenê serkeftibûn, ji hêla navendê ve hatin xelatkirin.

Weşanên AVA ku yek ji amadekarên vê xebatê bû sê sal berê hatiye avakirin û rêveberê wê Şêrzad Basrawî ye. Weşanxaneya AVAyê yek ji weşanxaneyên çalak e ku navenda wê li Kobanî ye û pirtûkên xwe hem li Kurdistana Sûriyê û hem jî li Danîmarka û welatên din ên Ewropayê belav dike.

Serepeyv