Tîrmeh 30, 2022 12:24 Asia/Tehran
  • Tîma Golbal a Îranê di rêza duyê ya Asyayê da cî girt

Tîma Golbal a Mêran a Îranê pilleya duyê ya asîya-Pasîfîkê bi dest xist û bi vî awayî belgeya pişikdarîya di pêşbirkên cîhanî yên Portugalê da jî bi dest xist.

Pêşbirkên Qaremanîya Asîya -Pasîfîkê li Behrêynê hatin domandinê û tîma Golbal a Mêran a Îranê di dawîn roja wan pêşbirkana da pilleya duyê ya asîya-Pasîfîkê bi dest xist û bi vî awayî belgeya pişikdarîya di pêşbirkên cîhanî yên Portugalê da jî bi dest xist.

Tîma Golbal a Îranê derket pêşberî tîma Japonê û 8-7 derda Japonê û di rêza duyê da cî girt.

Tîma Golbala Mêran a Îranê di qonaxa komkî da digel Australîya, Koreya Başûr, Japon û Taylendê di komekê da bû û li tîmên Taylend û Australîyayê biribû û derbasî qonaxa berî fînalê bibe.