Barcelona li dû wergirtina lîstikvanekî berê yê Real Madridê ye
Barcelona dixwaze lîstikvanê berê yê Real Madrîdê Sergio Reguilón ku niha di Tottenhamê de dilîze têxe nav tîma xwe.
Yaneya Katalonî dixwaze berevanekî aliyê çepê têxe nav tîma xwe da ku bikaribe bi Jordi Alba re hevrikî bikin.
Barcelonayê berê hewl da ku Jose Luis Gaya yê yaneya Valenciayê bikire lê Valencia bi kêmtirî 35 mîlyon Euroyan razî nebû.
Barcelona her wiha di pêvajoya temamkirina girêbestekê de ye ji bo Marcos Alonso yê Chelseayê lê ji ber xwesteka Thomas Tuchel a ku wî li Stanford Bridge bihêle, peyman rastî gelek astengiyan tê.
Li gorî medyaya Katalonyayê, Barcelona li ser plan B difikire ku hewl bide Sergio Reguilón yê Tottenhamê bikire heger daxwaza wan a ji bo Alonso têk neçe.
Li gorî zanyariyan, Sergio Reguilón dixwaze ji Tottenhamê biçe û klub jî rê li ber çûyîna wî nagire, lewra dibe ku ev yek ji Barca re bibe alîkar ku lîstikvanê berê yê Real Madrîdê bidest bixe.
Rojnameyên Katalonyayê dibêjin ku Sergio Reguilón dê bi Jordi Alba re bibe rikeberekî dijwar ku dê di nav koma Xavi Hernandez de bibe sedem ku baskê çepê germ bibe.