Tîrmeh 22, 2022 23:24 Asia/Tehran

Bernameya Jiyanê, berhema kanala Sehera Kurdî ya Îranê di dora sêzdehem a Festîvala El-Xedîrê li Bexdayê, xelata bernameya herî baş a Belgefîlma Lêkolînî wergirt.

Belgefîlma bîst deqîqeyî ya bi navê "Jiyan", pêvajoya jiyana jineke kurd ji dema jidayîkbûnê heta navseretiyê bi nîşandana deb û rismên çandî yên civaka kurdî û bi dîmenên bêgotin şirove dike.

 

Dora sêzdehem a Festîvala El-Xedîrê bi beşdariya berhemêîn sînemayî û televîziyonî ji welatên cûr bi cûr ji wan Misir, Tûnis, El-Cezayîr, Rûsiye, Lîbya, Tirkiye, Libnan, Sûriye, Îran, Iraq, Efxanistan, Kuweyt, Yemen û Almanyayê di sê rojan da li Bexdayê hat lidarxistin.

Ev festîval roja Înê bi danasîna serketiyên beşên cûr bi cûr bi dawî hat.

Hêjayî gotinê ye ku ev xelat pêşkêşî malbata şehîd Ebû Mehdî Mihendis hat kirin.