Dema lidarxistina Olempoîka Los Aancêlêsê hate ragihandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i335348-dema_lidarxistina_olempoîka_los_aancêlêsê_hate_ragihandin
Navenda lidarxîner a Lîstikên Olempîka 2028`an a Losancêlêsê, dema destpêbûn û bi dawîhatina van pêşbirkan ragihand.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 19, 2022 13:41 Asia/Tehran
  • Dema lidarxistina Olempoîka Los Aancêlêsê hate ragihandin

Navenda lidarxîner a Lîstikên Olempîka 2028`an a Losancêlêsê, dema destpêbûn û bi dawîhatina van pêşbirkan ragihand.

Biryar e lîstikên Olempîkê di sala 2028`an de û ji bo cara sêyem a di dîrokê de bi mazûvaniya bajarê Losancêlêsê werin lidarxistin. Îro, dema destpêbûn û bidawîhatina van pêşbirkan bi awayeka fermî hat ragihandin.

Biryar e ev dewra lîstikên Olempîkê di Tîrmeha 2028`an de destpê bibe. Lîstikên Paraolempîka Losancêlêsê jî dê mehekê piştî wê bên lidarxistin.

Bajarê Losancêlêsê di salên 1932 û 1984`an de jî mazûvanê Olempîkê bû.

Olempîka 2024`an wê li Parîsa paytexta Firansayê were lidarxistin.