Dema lidarxistina Olempoîka Los Aancêlêsê hate ragihandin
Tîrmeh 19, 2022 18:11 Asia/Tehran
Navenda lidarxîner a Lîstikên Olempîka 2028`an a Losancêlêsê, dema destpêbûn û bi dawîhatina van pêşbirkan ragihand.
Biryar e lîstikên Olempîkê di sala 2028`an de û ji bo cara sêyem a di dîrokê de bi mazûvaniya bajarê Losancêlêsê werin lidarxistin. Îro, dema destpêbûn û bidawîhatina van pêşbirkan bi awayeka fermî hat ragihandin.
Biryar e ev dewra lîstikên Olempîkê di Tîrmeha 2028`an de destpê bibe. Lîstikên Paraolempîka Losancêlêsê jî dê mehekê piştî wê bên lidarxistin.
Bajarê Losancêlêsê di salên 1932 û 1984`an de jî mazûvanê Olempîkê bû.
Olempîka 2024`an wê li Parîsa paytexta Firansayê were lidarxistin.