Tîma Beskitbola Îranê li tîma Qazaqistanê bir
Tîrmeh 15, 2022 17:24 Asia/Tehran
Tîma Beskitbola Îranê di duyemîn pêşbirka xwe di qonaxa komkî ya pêşbirkên Qaremanîya Asyayê da 96-60 li tîma Qazaqistanê bir.
Di dewama Pêşbirkên Beskitbola Kapa Asya 2022yê da ku bi mazûvanîya Endonêzîyê tên lidarxistinê da, îro tîma Îranê derket pêşberî tîma Qazaqistanê û 96-60 lê bir.
Ev serketina di halekî da ye ku Îranê di pêşbirkên bijartina bo Kapa Cîhanî da 2 caran derdabû tîma Qazaqistanê.
Tîma Îranê ku di pêşbirka yekê da li tîma Sûrîyê biribû, divê roja yekşemê derkeve pêşberî tîma Japonê.