Guleştgirên azad ên Îran bi îqtidar bûn qehremanê Asyayê
Tîrmeh 11, 2022 07:22 Asia/Tehran
Tîma neteweyî ya Guleşta azad a xortan a Îranê bi 8 mîdalên zêr û zîvekê û bi wergirtina 228 puenan bi îqtidar bû qehremana Asyayê.
Li gorî rapora IRNAyê, Pêşbirkên guleşta azad a xortan ên qehremaniya Asyayê ku ji roja Şemiyê va li Menameya Behreynê dest pê kiribû, êvara Yekşemiyê bi danasîna guleştgir û tîmên serkeftî bi dawî bû.
Tîma neteweyî ya Guleşta azad a xortan a Îranê bi 8 mîdalên zêrû zîvekê û bi 228 puenan bi navbira 43 puenan di gel tîma duyem karî bi îqtidar bibe qqehremana Asyayê.
Tîma Hindê bi 185 puenan û tîma Qezaqistanê jî bi 148 puenan bi rêzê ketin rêzên duyem û sêyem.