Şikandina rekora cîhanê ji aliyê siwarekî Îranî
Hezîran 18, 2022 22:09 Asia/Tehran
Hespsiwarê îranî bi beşdariya fexrî li pêşbirkên tîrkevanê yên li ser hesp ên şampiyoniya Ewropayê li Tirkiyê, rekora cîhanê ya stîla rêze-şot(Shot Series) a Koreyî şikand.
Li gorî rapora IRNA`yê, siwarê îranî "Elî Qûrçiyan" bi amadebûna bi rûmet li dewra duyemîn a pêşbirkên avêtina tîrê kevanê li ser hesp ên şampiyoniya Ewropayê li Tirkiyê karî rekora cîhanî ya rêze-şotê Koreyî biguherîne.
Şampiyonê bilez ê vê şêwazê salên sal bi navê “Mihaî Cosmî” ji Rûmaniyê hatibû tomarkirin û di pileya yekem de ku di dawiyê de “Elî Qûrçiyan” di nav 530 werzişkarên navneteweyî de hilkişiya ser vê pileyê û şanaziyeke din ji bo Îranê li warê hunerên şerê siwarî bi dest xist.