Tîma neteweyî ya parahalterê ya Îranê li pêşbirkên şampiyoniya Asya-Pasîfîkê biriqî
Tîma neteweyî ya parahalterê ya Îranê li pêşbirkên azad ên şampiyoniya Asya-Pasîfîkê 2 medalên zêr, 2 medalên zîv û du medalên tûnc bi dest xistin.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Îranê Press`ê, li pêşbirkên Asya-Pasîfîkê ku li Koreya Başûr tê lidarxistin, "Elî Ekber Xerîb Şahî" nûnerê Îranê li 107 Kg, bi kontrolkirina giraniya 254 Kg, rekora cîhanê ya vê kategoriyê jorda bir û du medalên zêr bi dest xistin.
Wî herwiha bi rekorda 498 kg karî 2 medalên Tûnc jî ji bo tîma Îranê bidest bêxe.
Her wiha Saman Rezî nûnerê din ê giraniya 107 kg ê Îranê bi kontrolkirina giraniya 233 Kg du medalên zîv bi dest xistin.
Ji ber ku pêşbirkên Koreya Başûr bi awayê azad û herwiha Şampiyoniya Asya-Pasîfîkê tên lidarxistin, ji bo her rêze pêşbirkên ferdî û komî 2 medal tên pêşkêşkirin.